Li Bidlîsê 105 hezar paket cixareyên qaçax hatin bidestxistin
Li Bidlîsê di kontrola rê de di 2 wesayîtan de tevde 105 hezar paket cixareyên qaçax hatin bidestxistin.
Hat ragihandin li Bidlîsê di kontrola rê de di 2 wesayîtan de tevde 105 hezar û 570 paket cixareyên qaçax hatin bidestxistin.
Di derbarê mijarê de ji teref Walîtiya Bidlîsê ve hat ragihandin di kontrola rê de di 2 wesayîtan de tevde 105 hezar û 570 paket cixareyên qaçax hatin bidestxistin û kesên binavê S.T, C.S, O.G, S.U, N.T. û M.S hatin binçavkirin.
Hat ragihandin kesên ku hatibûn binçavkirin ji teref mehkemê ve bi şerta darizandina serbest hatine berdan.(ÎLKHA)