• DOLAR 32.518
  • EURO 34.831
  • ALTIN 2428.977
  • ...
Bi bombeyan êrîşî mektebê kirin: 5 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Diyarbekirê di encama êrîşa bi bombe ya ku li mektebê hat kirin de 5 xwendevan birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin bûyer di derdora seat 08.20an de li Mekteba Dibistana Navîn a Çelebî Esera navçeya Baglarê pêk hat. Li mektebê di dema belavkirina qerneyan de ji teref PKKyiyan bombeya deng hat avêtin.

Di encama êrîşê de 5 xwendevan birîndar bûn.Xwendevanên ku birîndar bûn rakirin nexweşxanê.Polêsê ku hat cihê bûyerê lêkolîn kir.

Piştî lêkolînên ku hatin kirin Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr Adnan Urata diyar kir di êrîşê de 5 xwendevan birîndar bûne û rewşa xwendevanên birîndar a niha baş e.

Di derbarê êrîşê de lêkolîn hêj berdewam dike.(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir