Li Nisêbînê êrîş birin li ser wesayîta polêsan: 10 birîndar
Li navçeya Mêrdînê dema ku serwîsa polêsan derbas dibû teqemenîya ku berî niha hatibû bicîkirin hat teqandin.Di encama teqînê de 9 jê polês tevde 10 kes birîndar bûn.
Li Nisêbînê teqemeniya ku ji teref PKKyiyan ve li ber rê hatibû bicîkirin dema derbasbûna wesayîta polêsan de hat teqandin.Di encama teqîna teqemenîyê de 9 jê polês tevde 10 kes birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin bûyer di derdora seat 17.30an de li Taxa Dîcleyê pêk hat.Piştî teqînê gelek ambûlans sewqî cihê bûyerê hatin kirin.Hat hînbûn rewşa polêsên birîndar baş e.
Di derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)