• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Waliyê Şernexê  tacirên Silopiyê ziyaret kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Sîlopiyê piştî rakirina qedexeya derketina derve Waliyê Şernexê Alî Îhsan Su esnafê navçeyê ziyaret kir û bi wan re hesbîhal kir.

Walî Alî Îhsan Su piştî ziyareta Qeymeqamtiya Sîlopiyê daket sûkê. Li esnaf û taciran gerî. Su diyar kir ku berîqetên di nav navçeyê de hatine rakirin û kort jî hatine tîje kirin û her wiha teqemeniyên di nav navçeyê de jî hatine înfilaq kirin.

Su diyar kir ku dîwarên avahiyan ji teref PKKê ve hatine qul kirin û di nav avahiyan de bombe hatine bicîkirin. Sû destnîşan kir pêwîst e kesên ku vedigerin malên xwe ji vê yekê haydar bibin.

Su destnîşan kir dema ku devê avsark û dolabên din tên vekirin divê ku gel haydar bibe. Her wiha wextê ku gel qablo dît bila li 155ê bigere.

Her wiha Su diyar kir dibe ku di nav beroş û tûpan de jî bombe hatibe bicî kirin. Dûvre Su axavtina xwe wiha domand: Em dê dest bi xisarên kû çêbûne bikin. Dê her tişt baş bibe û bikeve rêya xwe. Ji her aliyê ve dê Sîlopî xweş bibe. Me qedexeyê rakir ku xelk kêmasî û hewcedariyên xwe biqedîne. Heta ku ewlehî baş li pêk bê dê ev rewş wiha bidome.” (ÎLKHA)

 

 



















Bu haberler de ilginizi çekebilir