Cîsma ku zarokê pê lê kir teqîya
Li Şernexê ciwanê 14 salî ye pê li cîsmekê kir, di encama pê lê kirinê de cîsm teqiya û ciwan birîndar bû.
Yusuf Sevgî yê ku 14 saliye dema ku li ser qirşgehê li xurdeyan digeriya pê li cîsmekê kir. Cîsm teqiya. Di encama teqînê de Sevgî bi şiklekî giran birîndar bû.
Gor agahiyên hatine bidestxistin Yusuf Sevgî yê ku 14 saliye li ser qirşgeha avahiyên afetê yê ku girêdayiyê navenda bajêr e li xurdeyan digeriya. Sevgî, di wê demê de pê li cîsmekê ku ne diyar e kir.
Sevgî, di encama înfilaqbûna cîsmê de ji rû û piyên xwe birîndar bû. Hevalên wî yên li cem wî malbata wî ji bûyerê agahdar kirin.
Sevgî, bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şernexê. Hat ragihandin ku Sevgî rakirine emeliyatê û her wiha xeteriya rewşa wî didome.
Di derbarê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)