Roketa ku PKKê avêt îsabetê kargehê kir
Li Nisêbîna Mêrdînê roketa PKKê xwest ku bavêje wesayîta bi zirx a polêsan îsabetê kargehê kir.
Li Nisêbîna Mêrdînê di Taxa Zeynel Abîdîn de polêsan hewl dan ku midaxaleya PKKyiyên ku kort vedan bikin. Di wî demê de PKKyiyan roket avêtin wesayîta polêsan a bi zirx. Lê ev roket îsabetê kargehê kir.
Gor agahiyên hatine bidest xistin doh di derdora êvarê de li ser Kolana Petekê ya Taxa Zeynel Abîdînê polêsan xwest ku midaxaleyan PKKiyên ku kort vedidan bikin. Ji bo ku ev yek were asteng kirin PKKyiyan êrîşa roketî li polêsan kirin.
Berika roketê ya ku ji teref PKKyiyan ve hat avêtin îsabetê kargeha ya li ser Kolana Mektebê bû kir. Di kargehê de zirarê madî çêbû.
Piştî êrîşê di navçeyê de ji bo demekê dirêj dengê çekan hat bihîstin. (ÎLKHA)