Li sînûrê Nisêbîn-Qamişloyê biloqên bêtonê tên bicî kirin
Di nabeyna sînûrê navçeya Nisêbîna Mêrdînê û Qamişloya Sûrî de ji teref Sererkaniyê ve biloqên bêtonê tên bicî kirin
Di nabeyna sînûrê navçeya Nisêbîna Mêrdînê û Qamişloya Sûrî de dest bi bîcîkirina bloqên bêtonê hat kirin.
Gor agahoyên hatine bidestxistin li aliyê Nisêbîn-Qoser û Nisêbîn-Cizîrê bi binasiya ewlehiyê di kortên ku berê hatibûn vedan de ji teref Sererkaniyê ve bariyerên bêtonê hatin bicîkirin.
Li aliyê Cizîr-Nisêbînê di hawîrdora Taxa Duruncaya Nisêbînê de bariyerên bêton ên ku dirêjayiya wan 3 mêtre û firehiya wan jî 2 mêtre ne ji teref Sererkaniyê ve li sînûrê tên bicîkirin. (ÎLKHA)