IHO Ebrar li Kamerunê bira avê vekir
Saziya Alîkariya Navneteweyî ya IHO Ebrarê piştî Çad û Ugandayê li Kamerunê jî bîra avê vekir.
IHO Ebrar, li ser navê Haci Abdûlvahabê ku di demekê nêzik de çûbû rehma Xwedê bi bexşîna ku ji teref malbatê wî ve hatibû kirin li Ugandayê bîra avê vekir.
Bîr, li bajarê Lieu Gobo Tcheketayê hat vekirin. Ev bîr dê di nabeyna 5-10 salan de ji xelkê herêm re av temîn bike.
Di derbarê bîra avê de Dr. Abdurrahman Alpsoy daxuyanî da. Alpsoy wiha axivî: “Di van demên dawî de xêrxwaz ehemiyetê didin vekirina bîrê yê ku wek Sedeqeyê Cariyeye. Ev yek jî me kêf xweş dike. Em jî hewl didin ku daxwaziyên xêrxwazên xwe bi şikklekî lez bînin cî. Xwedê ji xêrxwazan razî bibe.” (ÎLKHA)