• DOLAR 32.576
  • EURO 34.769
  • ALTIN 2496.486
  • ...
Li Wanê 37 penaber ji mirinê xelas bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

37 milteciyên ku li sînûrê Tirkîye-Îranê bûn û hewl didan ku bi şiklekî dereqanûnî derbasê Îranê bibin ji teref cendirmeyan ve hatin ferq kirin û li ber sir û seqemê jî hatin xelas kirin.

Gor agahiyên hatine bidestxistin dema ku cendirmeyan bi qemereya termal ve keşf dikirin dîtin ku komek însan hewl didin ku ji sînûrê derbas bibin. Ji ber vê yekê operasyon hat lidar xistin. Di encama operasyonê de 37 penaberên ku li ber sir ûseqemê bûn û hewl didan ku sînûrê derbas bibin hatin girtin. Milteciyan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê.

Piştî tedawîya penaberên ku di nav wan de zarok jî hebûn wan birin Beşa Hidûta Sarisuyê.

Hat ragihandin ku ji bo ku ev miltecî ji sînûrê werin derxistin wan birin Şaxa Biyaniyan a Midûrtiya Ewlehiyê. (ÎLKHA)


 

Bu haberler de ilginizi çekebilir