• DOLAR 32.564
  • EURO 35.017
  • ALTIN 2426.442
  • ...
Êlihî li benda islahkirina Robara Îluhê ne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Robara Îluhê ya ku dibe sedema gelek mirin û birîndarbûnan ji ber ku bê çeper û sênc e û  ji ber ku qirêj e xelkê Êlihê li benda islahkirina robarê ne.

Ev bû çend sal ku Robara Îluhê li benda islahkirinê ye ku tu xebat di vî warî de nayên kirin.Robar ji ber ku gelekî bi qirêj e bêhneke gelekî nexweş jê tê ku ev yek jî xelkê derdorê gelekî aciz dike.Xelkê ku ji rewşa robarê aciz bûne  bertek nîşan dan û daxwaz kirin demildest Robara Îluhê bila were islahkirin.

Di derbarê rewşa robarê de nîştecihên taxê diyar kirin divê dora robarê were çeperkirin  da ku ji qezayan re bibe asteng, ev der ne gundek e, ev der navend e,em ji kesên rayedar dixwazin bila robar were islahkirin.Mirov nikare ji bêhna pîs hereket bike .Heta niha me ji kî re gotibe tu kes me guhdar nekir. Hisabê qezayên ku li vir dibin tune ne.Xelk çi bêje belesebeb e .Tu kes serê xwe pê naêşîne.Êdî bawerîya me bi rayedaran nema.

Her weke ku tê zanîn berî niha Serokê Şaredariya Êlihê yê ku ji peywirê hatiye dûrxistin Sabrî Ozdemîr di 17ê tîrmeha 2014an de û  Midûrtiya DSÎ ya Êlihê ya Şubeya 103an di 2yê tîrmeha 2015an de di derbarê mijarê de soza islahkirin û paqijkirinê dabûn ku hêj di vî warî de tu gav nehatin avêtin.

Her weke wê bê bîran di sala 2006an de Robara Îluhê li ser vê çûbû û lehî rabûbû.Di lehiya ku rabûbû de 8 jê zarok tevde 11 kes jiyana xwe ji dest dabûn û her wiha 35 tax jî ji lehiyê zirar dîtibûn.(ÎLKHA)

 







































Bu haberler de ilginizi çekebilir