Li Cizîrê bombeyên ku di malan de hatibûn bicîkirin tên îmhakirin
Li navçeya Cizîra Şernexê di çarçoveya operasyonên ku hêj berdewam dikin de eskerên ku dikevin malan bombeyên ku hatine bicîkirin îmha dikin.
Li navçeya Cizîra Şernexa ku hêj lê qedexeya derketina derve berdewam dike esker û polês dikevin malên ku hatine terkkirin û bombeyên ku ji teref PKKê ve di malan de hatine bicîkirin îmha dikin.
Li navçê ji rexekî ve li taxên Sûr û Nûrê pevçûn berdewam dikin ji rexê din ve jî esker û polês malên ku hatine terikandin digerin û bombeyên ku ji teref PKKyiyan ve hatine bicîkirin îmha dikin.Li taxa Nûrê di malekê de bombeyeke ku di bin kitêba duayan de hatibû bicîkirin hat dîtin û dûvre hat îmhakirin.
Di bin kitêba duayan de bombe bi cî kirine
Li Taxa Nûra Cizîrê di mala ku ji teref PKKyiyan ve wek baregah hatiye bikaranîn û dûvre hatiye terikandin de li ser sêpayekê di bin kitêba duayan de bombeyeke ku hatibû bicîkirin hat dîtin.Bombe ji teref ekîbên pîspor ve hat îmhakirin.
Hat diyarkirin di malên ku tê de lêgerîn hatin kirin de di bin sarincê û di nava sobeyan de bombe hatine dîtin û dûvre hatine îmhakirin.(ÎLKHA)