• DOLAR 32.312
  • EURO 35.075
  • ALTIN 2278.631
  • ...
Umûd-Der rapora  fealiyetan a salane daxuyand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Banqeya Zad a Umûd Dera Êlihê  ya ku endamê Platforma Alîkariyê ya Kerwana Umûdê ye ji roja ku hatiye sazkirin heta niha di navbera kesên xêrxwaz û feqîran de bû pir.Komele di sala 2015an de ji 7 hezar û 352 malbatên ku mexdûr û muxtac in re di bihaya 753 hezar 794 lîre alîkarî kir.

Sekreterê Giştî yê Umûd Dera Êlihê M.Nurullah Gunaydin di derbarê alîkariyên ku di sala 2015an hatine kirin de diyar kir ew, van xebatên xwe ji bona xizmeteke bi fedê ji xelkê re bikin  dikin û niyeta wan riza Xwedê ye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Heta niha hejmera kesên ku ji bona alîkarîyê muracatî komelê kirine 11 hezar û 479 e. Tesbîtkirina feqîran  ji teref komisyona me ve tên kirin. Em wek komelê di sala 2015an de ji 7 hezar û 352 malbatên ku mexdûr û muxtac in re di bihaya 753 hezar 794 lîre alîkarî kir.”

 “Em li benda alîkariya kesên xêrxwaz in”

Gunaydin di dawîya axavtina de ragihand hejmera kesên feqîr her roja ku derbas dibe zêdetir dibe û wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Ji ber ku hejmera kesên hewcedar zêde dibe pêwîst ku hemû kes di vî warî de alîkarîyê bike û milê xwe bidin bin vî barî. Xwedê Teala ji wan kesên ku heta niha alîkarî kirine û ji kesên ku wê bikin jî razî be.”(ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir