Li Silopiyê mizgeft hatin hedefgirtin
Li navçeya Silopiya Şernexê bi rakirina qedexeya derketina derve taxrîbatên ku li camîyên ku ji teref PKKê ve wek çeper hatibûn bikaranîn derketin holê.
Li navçeya Silopiya Şernexê piştî ku qedexeya derketina derve hat rakirin re derket holê ku Camiya Fîrdewsê ya li Taxa Cûdîyê ji teref PKKyiyan ve wek çeper hatiye bikaranîn.Camiya ku wek çeper hatibû bikaranîn hat dîtin ku texrîb bûye.
Li camiya ku ji teref PKKyiyan ve wek çepere hatiye bikaranîn hat dîtin dîwara camiyê xera bûye, derî û şibakên camiyê ji ber wan hatine kirin û gelek zirarên mezin ên din pêk hatine.
Hemwelatiyên li navçê diyar kirin heman zirar li camîyên din de jî pêk hatine.
Li gor agahîyên ku ji rayedaran hatine wergirtin camîyên ku hatine texrîpkirin wê bên tamîrkirin û di dema tamîrê de îbadet wê neyê kirin.
Piştî ku qedexe hatibû rakirin re dîmenên ku derketibûn holê mexdûrîyeta xelkê Silopiyê dida nîşan.Mal û cihên kargehan bûbûn wêran û heywan telef bûbûn.(ÎLKHA)