• DOLAR 32.368
  • EURO 34.974
  • ALTIN 2325.402
  • ...
 "Derxistina pêş ve ya hesteyên femînîstî ji jinan re heqaret e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Akademîsyen û Midûrê Şaxa Entabê ya KAGEMê Zehra Unal bal kişand ku ji teref hinek kesan ve jin di her derê de wek nîgar tê depêş kirin. Ev yek jî civakê bi şiklekî neyînî bandordar dike.

Unal destnîşan kir ku ciyê pîrekê di Îslamiyetê de gelek girîng e. Dûvre Unal axavtina xwe wiha domand: “Bi tu wechê girîgiya pîrekê ya di Îslamiyetê de nayê nîşandan. Lewra dema ku wehya herî ewil ji Pêxemberê Îslamê (rxl) re hat herî ewil Pêxember (rxl) li HZ Hatîce sitirî. Ji ber vê yekê girîngiya jinê di Îslamiyetê de gelek e.”

 “Pêwîst e ku em girîngiya jinê bi zanînên Îslamî bînin zimên”

Unal diyar kir di şekil girtina civakê de girîgiya jinê zehf e. Ji ber vê yekê pêwîst e ku mirov gelek rûmet bide pîrekan. Lewre dera ku neferên malbatê mezin dibin kêleka dê û bavan e. Pêwîst e ku em vê yekê di şûna  hesteyên femînîstî de bi girîngiya pîrekê a di Îslamiyetê de bînin zimên. Di vê bergehê de divê ku em ji xêza Îslamiyetê dernekevin û bi zanyariyên Îslamî rûmeta pîrekê bînin zimên.”

 “Fîgûra jinê zêde tê bikaranîn”

Unal diyar kir ku wek KAGEM plan dikin ku komxebatetekî bi navê “Di Dinyaya Îslam, Ilm û Zanistî de Jinên Misliman” li dar bixin. Unal wiha li axavtina xwe zêde kir: “Armanca vê yekê ew e ku fîgûra jinê a ku di bingeha Îslamiyetê de ciyekê pir girîng digire ji hesteyên femînîstî dûr bixin û vê mijarê li ser zemînekê rast bidin runiştandin. Ji ber vê yekê mixabin pîrekên me ji teref hinek koman ve tên bikar anîn û wek fîgûr tên nîşandan. Ev yek jî ji jinan re heqaret e.”

 “Ji bo şekil girtina civakê divê ku em rolên girîng bidin pîrekên xwe”

Unal diyar kir ku bi taybet di bûyerên tûndî, hîcab û her qadê de jinan tajon pêş. Ew li dijê vê yekê ne. Dûvre Unal axavtina xwe wiha domand: “Pêwîst e ku em vê hişmendiyê veguherînin. Ji bo ku girîngiya pîrekê were fêm kirin divê ku em rolên girîng bidin pîrekên xwe.” (ÎLKHA)

 





Bu haberler de ilginizi çekebilir