• DOLAR 32.545
  • EURO 34.971
  • ALTIN 2438.21
  • ...
Li Çinarê enqaza êrîşa bi bombe tê paqijkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Çinara Diyarbekirê di 13ê Çileya 2016an de êrîşa bi bombe hatibû kirin ku di êrîşê de yek jê pitik tevde 6 kes jiyana xwe ji dest dabûn.Enqazên ku di encama êrîşê de derketibûn holê tên rakirin.

Enqazê Midûrtiya Ewlehiyê ya ku di êrîşê de qismên wêran bûbû bi mekîneyên kar tê paqijkirin.Dora avahîya ewlehîyê bi birandayan hat dorpêçkirin.Hat dîtin memurên ku malên wan di êrîşê de zirar dîtibûn neqlî cihên din kirin.

Midûrtiya Ewlehiyê ya Çinarê ji bona demkî neqlî avahîya Lîseya Pîşeya Tenduristiyê ya Qîzan a Çinarê kirin.

Her weke ku tê zanîn kesên bi navê Î.O. û H.D. yên ku tê îddîakirin têkiliya wan bi bûyerê hene hatibûn binçavkirin û ji teref Serdozgertiya Komarê ya Çinarê ve di derbarê Daîreya Îtfaiyê ya Şaredariya Mezin a Diyarbekirê û di derbarê Amîrtîya Îtfaiyê ya Çinarê de tehqîqet hatibû destpêkirin.(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir