Dikanên li dora Deriyê Rihaya dîrokî tên xerakirin
Li navçeya Bîrecûka Rihayê dikanên ku ji bereqeyan hatine çêkirin yên li derdora Deriyê Rihaya dîrokî tên xerakirin.
Ekîbên şaredariya Bîrecûkê berî niha teblîxata valakirina dikanan kiribû ku dest bi xerakrina bereqeyên li derdora Deriyê Rihayê kirin.
Dikanên ku ji bereqeyan pêk dihatin dibûn sedema qirejahiya derdorê ku nîştecihên taxê jî diyarkirin ev der bûbûn warên kesên tînerkêşan.
Rayedar diyar kirin êdî ji îro pê ve ji cihên bi vî awayî wê destûr neyê dayîn.(ÎLKHA)