• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2498.11
  • ...
Di der heqê wezîfedarên tenduristiyê de lêpirsîn hat destpêkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn berî vê çend rojan li Çinara Diyarbekirê êrîşa bombeyî hatibû kirin.Di êrîşê de yek jê pitik tevde 6 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 39 kes jî birîndar bûbûn. Di çarçoveya lêpirsîna ku di derbarê êrîşê de hatibû destpêkirin de  di der heqê wezîfedarên tenduristiyê yên Sertabîbtiya Xizmetên Acîl a Midûrtiya Tenduristiya Bajêr de lêpirsîn hat destpêkirin.Tehqîqet li ser îddîayên pêk neanîna wezîfê hatiye destpêkirin ku tê diyarkirin wezîfedar di wextê wê de mudaxeleyî bûyerê nekirine.

Di derbarê ji teref Serdozgertiya Komarê ya Diyarbekirê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin ji ber ku  piştî êrîşa bombeyî ya ku li Çinarê hat kirin re Ambûlansên 112an ên ku girêdaye Midûrtiya Tenduristiya Bajêr in di wextê wê de mudaxeleyî bûyerê nekirine di derbarê kesên têkildar û wezîfedar de tehqîqet hatiye destpêkirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir