• DOLAR 32.575
  • EURO 35.017
  • ALTIN 2430.659
  • ...
 "Pîreka ku îmana xwe biparêze wek zinar e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di raya giştî de tê dîtin ku hinek rêxistinên jinan dibin sedema belavbûna malbatan. Ji ber vê yekê lêkolîner û nivîskar Emîne Şenlîkoglu di derbarê vê yekê de axivî.

Emîne Şenlîkoglu diyar kir ji bo ku hişên pîrekan lihev biqelibînin gelek sazî û rêxistin hatine saz kirin. Dûvre Şenlîkoglu bal kişand ku dabaş hinek kesên li Tirkîyê û dinyayê dijê saziya malbatê ne. Her wiha Şenlîkoglu diyar kir ku bi alîkariya hinek hişmendiyan hinek sazî hewl didin ku pîşgiriya saziya malbatê bikin.

Şenlîkoglu destnîşankir ku ji bo dijê van sazî û rêxistinan peywirên pîrek û zilaman gelek in. Dûvre Şenlîkoglu axavtina xwe wiha domand: “Di vê warê de pêwîst e ku pîrek xwe ji van qasan biparêze û ji fediya xwe tawîz nede. Kesên ku kesayetên xwe nas kirine û îmana xwe qewîn kirine tu wext nakevin bin bandorên neyînî. Dema ku kesayeta merov qels û lewaz bibe merov wek pelê ba ji kîjan aliyê ve were dê merov jî di wê aliyê ve here. Lê pîreka  ku îmana xwe biparêze wek zinar e. Ba wê bi tu aliyê ve nikare bibe.”

Şenlîkoglu bal kişand pêwîst e ku misliman berê her tiştê wek mislinan bijî. Bi taybet pîrek pêwîst e ku li hemberê sazî û rêxistinên ku wek jehr in werin balhev û organîze bibin û her wiha xwe li pêş bixin.

Şenlîkoglu diyar kir ku di qenalên li ser raya giştî de bernameyên ku zirarê didin pîrekan gelek in. Dûvre Şenlîkoglu ramanên xwe wiha anî zimên: “Li ser qenalan de tê dîtin ku pêşbazî tên lidar xistin. Li vir pîrekê dixin wek pîreka pavyonê. Pîrek van tiştan dibînin. Bi taybet propexendeya ‘Em li dijê zewacê ne’ pir tê kirin. Ev yek bi şiklekî zanîn tê amade kirin. Dema ku pîrekên misliman vê yekê dibînin pêwîst e ku ji xefletê rabin. Pêwîst e ku li dijê van bernameyan pîrekên misliman haydar bibin.” (ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir