• DOLAR 32.544
  • EURO 34.995
  • ALTIN 2424.583
  • ...
 "Di 4 rojan de tenê careke tenê hatim dermankirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Seyîthan Çîftçîyê ku di bûyerên 6-7ê cotmehê de ji milê xwe birîndar bûbû û wî rakribûn Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê diyar kir ji ber ku rihê wî hebû di 4 rojan de tenê carek hatiye pansumankirin.

İdîayên yên ku tê gotin di bûyerên 6-7ê cotmehê de kargerên tendirustiyê yên ku nêzê PKKê  bûn gor bawerî û ramanên nexweşan wan derman dikirin di rojevê de ciyê xwe diparêze. Di derbarê vê yekê de her roj idîayên nû di rojevê de cî digire.

Seyîthan Çîftçiyê ku di bûyerên 6-7ê cotmeha 2014an de ji teref PKKê ve hatibû birîndarkirin û wî rakiribûn Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê diyar kir ku wê demê 4 roj mabû di nexweşxanê de. Ji ber ku rih, bawerî û ramanên wî personelên ku nêzê PKKê bûn pê re eleqeder nebûne. Her wiha di 4 rojan de bes carek birîna wî derman kirine.

Çîftçî bi taybet diyar kir ku di bûyerên 6-7ê cotmehê de çawa birîndar bûye. Çîftçî axavtina xwe wiha domand: “Di 6-7ê cotmehê de piştî belav kirina goştê qurbanê em diçûn komelê. Ji ber ku rihê me hebû bi dengekî bilind gazî me kirin û ji me re gotin DAÎŞ. Dûvre bal min ve hatin û êrîşê min kirin. Ji ber vê yekê ez birîndar bûm. Dûvre min rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê.”

Çîftçî wiha axavtina xwe domand: “Ez 3 saet li nexweşxanê mam. Tu kes b imin re eleqeder nebû. Ji ber ku rihê min hebû helwestên personelên nexweşxaneyê yên bi min re pir nexweşbûn. Ez 4 roj mam li nexweşxaneyê. Di van 4 rojan de tenê carekê birîna min hat dermankirin.”

Bavê Çîftçî jî diyar kir ku kargerên nexweşxaneyê bi şiklekî zanîn bi lawê min re tevgerîn e. Dûvre bav axavtina xwe wiha domand: “Di bûyerên 6-7ê cotmehê de dema ku lawê min birîndar bû wî rakirin nexweşxaneyê. Dema ku me birîndarbûna wî seh kir em demildest çûn nexweşxanê. Tixtoran lawê min razandin. Em 4 roj di beşa cerrahiye plastîkê de man. Lê tu tixtor midaxaleya lawê min nekirin. Me nezaniya gelo çima ev vê yekê dikin. Ez ji bo tabirciya lawê xwe çûm cem tixtor. Lê tixtor ji bo tabirciyê destûrê neda. Demê min fêm kir ku di vê karê de karek din heye ez çûm min lawê xwe ji nexweşxanê derxist. Min wî bir nexweşxanekê din.” (ÎLKHA)

 













Bu haberler de ilginizi çekebilir