• DOLAR 32.368
  • EURO 34.977
  • ALTIN 2325.269
  • ...
Ji polîtîqayên li hemberê hîcabê ên li Ewrûpayê re bertek
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Miftiyê navçeya Kayapinarê Sirri Şik, di derbarê polîtîqayên li hemberê hicaba Îslamê yên li Ewrûpa û Rojavayê de axivî. Şik diyar kir kesên idîa dikin ku nûnerên azadî û medeniyetê ne ji ber danekirinê wan ew bi xwe re ditewişin.

Şik destnîşan kir fêm kirina hîcabê a ku şîara Îslamê ye meseleya îmanê ye. Her wiha Şik bal kişand danekirinên Ewrûpa û Rojavayê yên li hemberê wegirtina Îslam, şarpe û çarşefê hemû însanan eleqeder dike.

Şik diyar kir ku Rojava nikare fêm bike da gelo misliman çima hîcab û çarşefê wedigirin. Lewra ev mijarekê îmanî û baweriyê ye. Dûvre Şik axavtina xwe wiha domand: “Kesên ku di dilê wan de îman tunebe nikare di derbarê hîcabê de endîşe bike. Ji ber vê yekê ew hîcabê wek koletî û êsîrî dibînin. Heta belkê dema ku li çarşefê mêze dikin li ber pîrekan dikevin. Lê nizanin ku hîcab şîara Îslamê ye. Hîcab, ji îmana însan re şahidî dike. Ji bo ku ev yek were fêm kirin pêwîst e ku merov misliman bibe û tama îmanê hilîne.”

 “Welatên ku azadiyê diparêzin, azadiyê teng dikin. Ev yek xilaf e.”

Şik destnîşan kir kesên idîa dikin ku azadiyê diparêzin dû rûtî dikin. Dûvre Şik wiha axivî: “Gotinên we yên medeniyetê, sloganên we yên demoqrasiyê û nêrîna we yê li mafên însanan dê lê werin hûrbûn.”

Şik diyar kir ku cil, rih, cibbe, şaşik, hîcab û çarşef ji rindahiyên Îslamê ne. Kesên ku van sembolan bikar tîne pêwîst re ku haydar bibe. Lewra dema ku çewtiyekê tê kirin ev çewtî li Îslamê dibe mal. Welatên ku azadiyê diparêzin, azadiyê teng dikin. Ev yek xilaf e.

“Hîcab tenê pîrekan ne zilaman jî eleqeder dike”

Şik bal kişand pêwîst e ku pîrek di derbarê hîcabê de gelek haydar bibin. Dûvre Şik wiha dawî li axawtina xwe anî: “Ji ber ku hîcab sembol e di henan wextê de ev yek şewq dide jiyanê. Bi gelemperî hîcab him pîrek him jî zilaman eleqeder dike.” (ÎLKHA)

 











Bu haberler de ilginizi çekebilir