• DOLAR 32.522
  • EURO 34.798
  • ALTIN 2419.735
  • ...
 "Xelk ji menfeatên rêxistinî û desthilatdariya siyasî re tê qurbankirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 Ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve di derbarê rojevê de nirxandina hefteyî hat parvekirin.Di nirxandina hefteyî ya ku hat kirin de di serî de êrîşên Çinar û Sultanahmetê hatin şermezarkirin û ji ber pevçûnên ku diqewimin hat diyarkirin xelk ji menfeatên rêxistinî û ji desthilatdariya siyasî re tê qurbankirin.Her wiha di derheqê mijara dijmintiya îslamê ya ku li Rojavayê tên kirin de jî nirxandin hatin kirin.

HUDA PAR di nirxandina rojevê ya hefteyî de ewil êrîşên bi bombe yên Çinar û Sultanahmetê şermezar kir û dûvre wiha ragihand: “Em wan zihniyetên ku  mîna van êrîşên ku siwîlan dixin hedefa xwe  û vê yekê meşru û mazur dibînin him mehkûm dikin him jî red.Temamê sazî û organîzasyon û sazîyên ku ji xwe re şidetê xistine armanc  tenê dibin sedema nefret û tirsê û bi van kiryarên xwe rasterast ji mihraqên şer, îşxal û berjewendiyê re xizmetê dikin.”

 “Ewlehî, hizûr, mal û canê xelkê ji menfeatên rêxistinî û desthilatdariya siyasî re tên qurbankirin”

Di nirxandina hefteyî de hat diyarkirin di pevçûnên ku berdewam dikin de xelk ji menfeatên rêxistinî û ji desthilatdariya siyasî re tê qurbankirin û wiha pêde hat çûyîn: “Xelkê ku ji ber pevçûnên ku li navendên bajêran pêk tên mexdûr dibin ji koçkirinê pê ve tu çareyeke din nabîne. Çal, barîkat û unsurên çekdar ên rêxistinê dibin sedem ku bi dewletê re pevçûn derkeve  û dewlet jî bi kiryarên xwe faturaya pevçûnan bi xelkê dide dayîn. Ewlehî, hizûr, mal û canê xelkê ji menfeatên rêxistinî û ji mucadeleya desthilatdariya siyasî re tên qurbankirin. Tê îfadekirin ji heremên ku lê pevçûn berdewam dikin ji sedî 25ê xelkê koç kiriye.Li hinek taxên ku lê pevçûn tund dibin jî tê diyarkirin ji sedî 80yê xelkê malên xwe terk kirine.Ji xeynî van ji naçarî kesên ku nikarin biçin tu derî jî hene ku ev agahî wehameta rewşê dide ber çavan.Hêj êş û elema bi sed hezaran kesên ku mecbûr mabûn ku gundên xwe terk bikin hêj di hişandê zindî ye ku ji bona trajediyên mîna van pêk neyên û ji bona cardin tabloyeke mîna vê êş û elemê dernekeve divê demildest ev pevçûn werin bi dawî kirin.”

“Em wê danezana ku ji teref zêdetirî hezar akamedisyenî  ve hatiye dayîn wek teraziya edaletê ya ku şaşbûye dibînin.”

Di daxuyaniyê de di derbarê akademisyenên ku di derbarê pevçûnan de danezan dabûn de jî nirxandin hatin kirin.Di derbarê mijarê de wiha hat ragihandin: “ Em li temamê rexên siyasî û civakî re bangewazî dikin da ku nebin berdevkê terefekî û li ser heqîyê û li gor menfeatên civakê  hereket bikin.Di vê çarçoveyê de ji bona pevçûn bi dawî bibin ji teref hezar akamedisyenî zêdetir ve danezan hat dayîn ku ev akademisyen şîdeta PKKê weke ku nabînin tevdigerin ku em vê yekê weke teraziya edalatê ya ku şaşbûye dibînin.Ji dêla ve vê divê şahidiyeke adilane hebana. Encax bi vî awayî pêşîya xwîna ku dihêrike dikare were  girtin û hizûr û ewlehîya xelkê were temînkirin.Ji bilî ve ev danezan her çiqas xelet bê jî ji ber ku di navaroka xwe de bangewazîya tundiyê nedikir û heqaret di nava xwe de nedihewend ew bertekên tund ên li dijî akademisyenan neheqî ye û teşebusa binçavkirin û girtina wan jî ne rast e.”

HUDA PAR di daxuyaniya xwe de diyar kir ji rexekî ve li welatên Rojavayê li dijî îslam û mislimanan qampanyayên reşkirinê zêde dibin ji rexê din ve jî Rojava rewş û êşa mislimanan rexne dike ku ev helwesta Rojava nayê qebûlkirin. Di derbarê mijarê de dûvre wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Herî dawî  namzedê komarparêz yê DYEyê di çarçoveya hilbijartinan de we’da nestandina mislimanan a nava welêt dabû û pîrekeke nixûmandî  ji salonê dabû derxsitin.Ji van kiryarên Trump re tu bertekên pêwîst nehatin dayîn ku ev yek nîşan dide dinayaya rojavayê li dijî misliman û îslamê çawa tevdigere.Lê belê ev kiryar li dijî bawerîyeke din hatibana kirin ew ê wê demê bê dîtin ew kesên bêdeng çawa tûj dibin.”

Di dawîya daxuyanîyê de cih ji Aylanê Kurdî re hat dayîn û di derbarê mijarê de wiha hat diyarkirin: “Ew komeleya Charlî  Hebdoyê ku ji teref zihniyetên xwecihî ve xwedî lê tê derketin ji ser Aylanê Kurdî heqaretî misliman û kesên ku ji ber şer koç dikin kiriye û bi vî awayî cardin zihnîyeta xwe rezîl nîşan daye. Em vê zihniyete û yên mîna wan şermezar dikin û nalet li wan tînin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir