• DOLAR 32.527
  • EURO 34.754
  • ALTIN 2488.951
  • ...
Nûçegihanê HZ Muhammed : Abdullah Bîn Enes El Cuheynî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Gora Abdullah Bîn Enes El Cuheynî yê ku wek nûçegihanê Pêxemberê Îslamê (rxl) tê zanîn, li Mêrdîna ku di dîrokê de ji gelek medeniyetan re mazûvanî û dergûşî kiriye medfûne.

Gora Abdullah Bîn Enes El Cuheynî di mizgefta ku bi leqeba Şêx Çabuk hatiye sazkirin de ye. Mizgefta Şêx Çabuk ê ku li Taxa Çabukê ye bi taybet ji teref mêvanên ku ji derê bajêr tên ve tê ziyaret kirin.  

 “Nayê zanîn ku ev mizgeft ji teref kî ve hatiye avakirin”

Mizgefta Şêx Çabukê (Abdullah Bîn Enes el Cuheynî) ku di dera wefat kiriye de hatiye definkirin gor hinek rîwayetan di dewra Artûkiyan gor hinek rîwayetan jî di dewra Osmaniyan de hatiye sazkirin. Li kêleka mizgeftê mînereyeke nazik û nazenîn jî heye. Gor nivîsa li ser rûyê mînarê minareya Mizgefta Şêx Çabukî di sala 1969an de ji teref xêrxwazêkê Mêrdînî ê bi navê Haci Îzzî Çaçan ve hatiye avakirin.

Abdullah Bîn Enes El Cuheynî, di nabeyna Pêxemberê Îslamê (rxl) û qumandanên artêşên dijminan de ji ber ku xeber dibir û dianî bûbû wek pirr. Ji ber vê yekê  Abdullah Bîn Enes El Cuheynî bi navê Posteya Pêxemberê Îslamê (rxl) dihat nasîn. Ji ber ku bi şiklekî lez xeberan digahand Pêxembarê me (rxl) bi navê Şêx Çabuk hatiye navandin.

 “Ji bo ku qala Îslamê bike hat Mêrdînê”

Selahaddîn Sadîoglu yê ku 10 sal di Mizgefta Şêx Çabuk de melatî kiriye wiha axivî: “Melatî kirina di derekê wiha de ji bo min şanazî ye. Abdullah Bîn Enes El Cuheynî yê ku bi leqeba Posteya Pêxemberê Îslamê (rxl) tê nasîn, di ewra HZ Omer de ji bo teblîxa Îslamê hatiye Mêrdînê. Wek ku tê zanîn  di Xutbeya Xatirxwaz ê Pêxember (rxl) de 120 hezar sehabî hebûn e. Ev Sehabiyên hanê ji bo ku teblîxa Îslamê bikin belavê herêmên cûr bi cûr bûne. Şêx Çabuk (Abdullah Bîn Enes El Cuheynî) bes ji van sehabiyan kesek e.”

“Mezinên bajêran eshab in”

Sadîoglu axavtina xwe wiha domand: “Heke em îro dînê xwe dizanin û dijîn ev yek bi wesîla van zatan e.” Sadîoglu dûvre wiha pêde çû: “Menewîyeta vê mizgeftê cûda ye. Ev der mekanekê gelek xweş e. Mezinên me digotin dema ku mizgeft wek axûr dihatin bikaranîn  heywanan dianîn û dixistin nav vê mizgeftê. Lê ev heywan beriya têketina mizgeftê telef dibûn. Ez dixwazim ku mêvanên derve werin vê hewayê tenefûs bikin. Li her derê dinê, berê mezin tên ziyaret kirin. Mezinên bajêran jî eshab in.” (ÎLKHA)

 



















Bu haberler de ilginizi çekebilir