• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Ji HUDA PARê di derbarê rojevê de daxuyanîyên girîng
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya hefteyî ya ku ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve hatîye dayîn de hat diyarkirin divê mekaqanûna 1982an a rêvebira cuntayê were guhartin û divê xelk bi pergalekê ku layiqî ye û heq dike were îdarekirin

Di berdewama daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin heta ku ew madeyên di makqanûnê de yên ku tê gotin nikarin werin guhartin neyên guhartin xebatên mekaqanûna nû, mekaqanûna cuntaya 12ê îlonê  ji holê ranake û dawî lê nayîne û wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Sazîya siyasete, divê di serî de bi zihnîyeta nîjadperest û kemalîst re hevrû bibe. Divê tedawîyên ji serve neyên kirin.Divê di vî warî de çavkanîyên sereke yên pirsgirêkê were bidestxistin û divê weke ku heta îro hatîye kirin dîsa mekaqanûna kevin bi şiklekê tezyîn kirî û xemilandî bi civatê neyê qebûlkirin. Di berdewama daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin heta ku ew madeyên di makqanûnê de yên ku tê gotin nikarin werin guhartin neyên guhartin xebatên mekaqanûna nû, mekaqanûna cuntaya 12ê îlonê  ji holê ranake û dawî lê nayîne.Divê xebatên mekaqanûna nû bi partîyên derveye meclîsê, civatên siwîl û bi dorhêla akademîsyenan were destpêkirin. Divê ew pergala serokatîyê ya ku ji teref hikûmetê ve tê bilevkirin bi her şiklî were nîqaşkirin.Dema ku ev nîqaş hat kirin jî divê rexên êrenî û neyênî werin nirxandin.”

Di berdewama daxuyanîyê de li ser pevçûnên heremê jî hat rawestîn û wiha hat ragihandin: “Mexdûrtîya xelkê ku li heremên ku pevçûn lê diqewimin dijîn hêj berdewam dike.Bi bikaranîna çekên giran û teqemenîyan warên nîştecihan tên wêran û dêran kirin, ewlehîya can û mal a xelkê ji holê tê rakirin.”

 “Xelk destekê nade çalakîyên şidet û siyaseta çalan a rêxistinê ku ev yek nayê wateya ku xelk dev ji mafên xwe berdaye”

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ew pevçûnên ku ji teref PKKê ve li nava bajêran hatîye kişandin û destak nedayîna xelkê ji van pevçûnan re divê ji teref dewlet û rêxistinê ve baş were xwendin û wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Her weke ku tê zanîn PKK tu xema însanetîyê nade ber çavan û van pevçûnan di nava bajêran de derdixîne û her wiha hêzên ewlehîyê jî bi tundî bersiva van pevçûnan didin. Di dayîna van bersivên hêzên ewlehîyê de di hinek operasyonan de ji berê ve pê de tê çûyîn ku tê dîtin însanên siwîl jiyana xwe ji dest didin.Ev pevçûnên ku herî zêde xelk jê zirarê dibînin divê demildest werin dawî kirin. Ew pevçûnên ku ji teref PKKê ve li nava bajêran hatîye kişandin û destek nedayîna xelkê ji van pevçûnan re divê ji teref dewlet û rêxistinê ve baş were xwendin. Xelk destekê nade çalakîyên şidet û siyaseta çalan a rêxistinê ku ev yek nayê wateya ku xelk dev ji mafên xwe berdaye.Xelk  dixwazê ku meseleya kurd bê sileh û bi rêya siyasetê were çareserkirin.Hikûmet ji çareserîya meseleya kurd a di warê bingeheke adil berpirsîyar e.Ji ber vê yekê divê hikûmet gavên berbiçav biavêje.”

Di daxuyanîyê de hat ragihandin divê hikûmet di çareserîya meseleya kurd de gavên berbiçav biavêje û wiha pêde hat çûyîn: “Divê meseleya kurd ji sînorên pevçûnan û yên şertên neyînî were derxistin, her wiha divê hikûmet di vê meselê de gavên samîmî û mayînde biavêje.Di vê bergehê de bi lez teqwîmeke ku di nava xwe de gavên civatî,îqtîsadî, çandî, siyasî dihewîne were beyankirin û beyaneke ku îadekirina mafên însanî û îslamî yên xelkê kurd beyan dike jî bi raya giştî re were parvekirin.”

 “Doza Yasîn Boru bi 3-5 kujeran tê sînorkirin ku ev yek jî dide nîşandan tê xwestin dosyaya dozê bê girtin”

Di daxuyanîya ku ji teref navenda giştî ve hat parvekirin de di derbarê doza Yasîn Boru û darizandina kesên bersûc de jî daxuyanîyên girîng hatin dayîn: “Di lêpirsîna ku piştî, bûyerê destpêkir de delîl bi temametî neanîn ber mehkemê ku ev yek jî dide nîşandan  tê xwestin ku hûrgilîyên qetlîama ku hatîye kirin bila dernekevin holê.Her weke ku tê zanîn kesên ku siyasî yên ku ji vê qetlîamê re bûne sebeb û hêzên ewlehîyê yên ku wezîfeya xwe bi cî neanîn nexistine çarçoveya lêpirsîn û tehqîqetê û her wiha bersûcên qatil jî peyderpey hatin berdan.Ev tişt didin nîşan dan ku bûyer tê xwestin bi çend kujer û qatilan dosyaya dozê bê girtin.Ev doza ku di çarçoveya sûcên însanetîyê de nayê nirxandin dide nîşandan ku ev doz bi vî awayî ne mumkun e ku bi edalet bi dawî bibe.”

Di daxuyaniyê de mizeya kêmtirîn, sînûrê birçîtiyê û mexdûriyetên ku gel dijî hatin nirxandin. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Gor encamên lêkolîna birçîtî-belengaziya ku ji teref Konfederasyona Memûr-Senê di meha berfanbarê de sînûrê birçîtiya ji her malbatan yekî yê li Tirkîyê wek 1.450,02 Lîre, sînûrê belengaziyê jî wek 3.966,071 Lîre hat tespît kirin. Soza zêdekirina 1.300 Lîrê ya mizeya kêmtirîn a hilbijartinê, di hemberê reqemên ku hat diyarkirin de rewşa malbatên belengaz carek din jî anî rojevê. Digel zêdebûna zengîniya têhev bê edaletiya dehatê yê ku nayê çareser kirin; wek bê karî, belengazî, qezenca bê heqî û îsrafê sebebekê din a dejenerebûna menewî û exlaqî ye. Peyama Îlahî, kesên ku  di derbarê birçîtî û feqîriyê de tekoşîn nake wan kesan wek ku dînê derewîn derdixînin dihesibîne. Hay ji vê yekê tune. Bi hezaran malbetên feqîr hene ku bes bi mizeyek kêmtirîn debara xwe dikin. Lê em hêj jî nîqaşa gelo mizeya kêmtirîn a  1.300 Lîre bila were zêdekirin an ne dikin. Karê dewletê ew e ku edaleta di derbarê belaviya dehatê de pêk bîne û hewl bide ku polîtîqayên din pêş bixe.”

 “Ji bo ku misliman li hawirê bi şiklekê hêsan îbadetên xwe eda bikin pêwîst e ku hirîyeta dîn û wîjdanê were cî”

HUDA PAR di derbarê mijara ji nû ve sazkirina Nimêja Înê û her wiha polemîk kirina  vê yekê de daxuyanî da. Dûvre daxuyaniyê wiha domand: “Ji bo ku li welatekê Îslamî roja înê wek tetîl were qebûlkirin û di hawirek de bi şiklekî rehet Nimêja Înê eda bike pêwîst e ku  hirîyeta dîn û wîjdanê were cî. Sazkirina hikûmetê ya herî dawî yê di derbarê Nimêja Înê de a ku ji bo memûran 2 saet wek destûr qebûl kiriye rewşekê erênî ye. Lê ev mijar ji teref hinek kesan ve wek îmtîyaz tê hesibandin û dibe mijara polemîkê. Ev yek pir çewt e. Em wek HUDA PAR pêşniyaza me ew e ku roja înê piştî nîvro wek tetîl were hesibandin. Ev nîv roj jî roja şemiyê heta nîvro were telafîkirin. An jî di rojên din de di dema mesaiyê de were telafîkirin.”

 “Pêwîst e ku saziya Diyanetê ji wesayetê were xelas kirin û wek statuyek xweser were hesibandin”

Di daxuyaniyê de ji kesên ku di van rojên dawî de diyanetê ji xwe re xistine hedef re bertek hat nîşandan. Daxuyanî wiha hat domandin: “Dema ku pratîka tetîla saeta roja înê hat diyar kirin hinek kesan diyanetê ji xwe re xistin hedef  û asê kirina Saziya Diyanetê anîn rojevê. Ji teref hinek kesên ku eleqa wan bi îslam û îbadetê re tune ve bersîvên ku ji hinek pirsên fiqhî re  hatine  dayîn re wek şaşomaşo  belav kirine. Ev yek jî dide nîşan armanca wan ew e ku hedefa wan tenê îslam e. Ji bo ku îhtîyaciyên mislimanan baş were bersivandin pêwîst e ku saziya Diyanetê ji wesayetê were xelas kirin û wek statuyek xweser were hesibandin.”

Di domahiya daxuyaniyê de hat diyar kirin ku herba Sûrî bi xwe re sefalet, birçîtî û kuştin aniye. Ji vê yekê di serî de NY (Neteweyiyên Yekbûyî) û dewletên hawirdor berpirsyar in. Herî dawî di daxuyaniyê de  wiha hat destnîşan kirin: “Şerên ku çendîn sal in li Sûrî ji teref mixalif û hêzên rejîmê ve didome bû sedema mirina hezaran kes û her wiha çendîn milyon însan ji Sûrî koç kirin. Bi rewşekê belengaz û birçî ji bo ku di derekê bê şer bijîn çendîn milyon Sûriyeyî koçê welatên din kirin. Di vê pêvajoyê de çendîn kes di behrê de xenîqîn. Lê dîsa ev koç hat domandin. Kesên ku nekarîn koç bikin jî wek nimûneya hawîrdor hatin dorpêçandî  kirin û bi birçîtiyê re rû bi rû man.

Ji xwe dûrûyîtîya Neteweyên Yekbûyî li rexê kî bêdengmayîna welatên mislimanan a di vî warî de nayê qebûlkirin ku ev yek qebûlkirina wê jî ne mumkin e. Ew dewletên nobedarê û dergevantîya dewletên emperyalist dikin perîşantîya xelkê mezlûm a birayên xwe nabînin û pê eleqedar nabin. Ew dewletên ku li dûv berjewendî û menfeatên neteweyî de piştgirîyê didin terefên ku li heremê pev diçin ji vê dramê mesûl in. Divê li wan heremên ku pevçûn lê diwemin û alîkarî ji kesên wir re naçê yekeyên mudaxeleyê yên hevpar ên mîna Heyvasor werin amadekirin û ev yek alîkarîya xizmeta însanetîyê bike.Û terefên ku bi  hevdû re pev diçin ki kesên ku xebatên alîkarîyê dikin re rê vebikin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir