Li Nisêbînê êrîş li polêsan hat kirin
Li Nisêbîna Mêrdînê dema ku wesayîta bi zirx derbas dibû bombe hat teqandin. Di bûyera ku kesek nemir de zirarên madî çêbûn.
Li Nisêbîna Mêrdînê dema ku wesayîta bi zirx derbas dibû bombe hat teqandin. Di bûyera ku kesek nemir de zirarên madî çêbûn.
Gor xeberên hatine bidestxistin bûyer li Nisêbînê, di derdora 06.30an de li Taxa Abdulkadîrpaşayê qewimî. Bombeya ku li ser Rêya Umudê hatibû bicîkirin dema ku wesayîta bi zirx derbas dibû hat teqandin.
Di bûyerê de kes nemir. Lê zirarên madî çêbûn. Di derbarê teqînê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)