Di teqîna ku li Sultanahmetê pêk hat de 10 kes mirin
Walîtîya Stenbolê di derbarê teqîna ku pêk hat de destnîşan kir 10 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn.
Walîtîya Stenbolê di derbarê teqîna ku li Stenbolê pêk hat de daxuyanîyek da. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin di teqînê de 10 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyanîya ku hat dayîn de ev agahî hatin parvekirin: “Li navçeya Fatîha Stenbolê di derdora seat 10.15an de teqîn pêk hat.Di encama teqîna ku pêk hat de li gor agahîyên ewil 10 kes mirine û 15 kes jî birîndar bûne.Di derbarê sedemên teqînê de hêj tehqîqet berdewam dikin.”
Di derbarê teqîna ku li Meydana Sultanahmetê pêk hatîye de lêkolîn hêj berdewam dikin û li ser îxtîmala êrîşa xwekujîyê tê sekinîn. Li cihê ku teqîn lê pêk hatîye ewlehîyên tedbîrê hatin standin û kesên ku birîndar bûbûn rakirin Nexweşxaneya Hasekîyê.(ÎLKHA)