• DOLAR 32.518
  • EURO 34.979
  • ALTIN 2424.55
  • ...
 Ji xwendavanên Lîseyê re wesfên ciwanên misliman hat qal kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Komeleya Perwerdehî û Çandê ya Mektebê (MEKTEB-DER) ya ku di derbarê xwendekaran de di qada wek perwerdehî, çandî û civakî de bername li dar dixe, di bergeha ‘Hevdîtînên Bi Ciwanên Lîseyî Re’ bernamek lidar xist. Gelek xwendekar beşdarê Bernameya ku di Salona MEKTEB-DERê de hat li darxistin bûn.

Bername bi tîlaweta Kurana Pîroz dest pê kir. Dûvre Alîkarê Serokê MEKTEB-DERê Înan Gezgîn diyar kir ku wek komele ji ciwaniyek bi îman û bi ilm re dixebitin.

Her wiha Gezgîn destnîşan kir ku merov nikarê ciwaniyê ji civakê cûda bifikire. Gezgîn wiha axavtina xwe domand: “Dema ku dewletek ji ciwanan mehrûm bibe ew dewlet ber xerabbûnê ve diçe.”

“Îbadetên ku di ciwaniyê de tên edakirin efdaltir e”

Serokê Şaxa Edenê ya Cemîyeta Mistez’efan Îsa Emre wek gotarvan beşdarê bernamê bû. Di bernamê de qala nifşên  ciwan û girîngiya ciwaniyê kir. Her wiha Emre diyar kir ku ew wek komele hewl didin  ku di nabeyna ciwanan de nirxên îslamî belav bikin da ku her tim ciwan  ji Xwedê Teala re îbadet bikin. Emre wiha pê de çû: “Îbadetên ku di ciwaniyê de tên edakirin efdaltir e.”

Ji aliyekê din ve Emre bal kişand pêwîst e ku ciwan Eshabê Kef ji xwe re bike nimûne. Her wiha Emre bal kişand ser tekoşîna Pêxemberan û qala pêxemberan kir.

Piştî îlahiyan dia hat kirin. Dûvre dawî li bernamê hat. (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir