• DOLAR 32.319
  • EURO 35.135
  • ALTIN 2292.318
  • ...
Egitim-Bir-Sen HUDA PARê ziyaret kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wekîlê Serokê Giştî yê Egîtîm-Bîr-Senê Latîf Selvî û Arîkarê Serokê Giştî yê berpirsîyarê rexistîbûnê Ramazan Çakirci  Navenda Giştî ya HUDA PARê ziyaret kirin.Heyeta ku hatibû ziyareta HUDA PARê  di derbarê doza  Yasîn Boru yê ku hêj darizandina wî berdewam dike de û di derbarê xebatên mekaqanûna nû de nirxandinan kirin û agahîyan dan û standin.

Heyeta Egîtîm-Bîr-Senê ji teref Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz û Arîkarê Serokê Giştî yê berpirsîyarê rêxistîbûnê yê HUDA PARê Vedat Turgut ve hatin pêşîwazîkirin.

Di dema ziyareta ku pêk hat de Yavuz di derbarê darizandina Yasîn Boruyê ku di bûyerên 6-7ê cotmehê de bi şiklekî wehşîyane hatibû qetilkirin de axavtinek kir û destnîşan kir sûcê ku hatîye kirin divê di çarçoveya sûcên  li dijî însanetîyê hatine kirin de were nirxandin.

Sekreterê Giştî Yavuz di berdewama axavtina xwe de wiha ragihand: “Divê kesên ku ji van bûyeran re bûne sebeb jî digel kesên sûcdar werin darizandin, lewra ev yek ji bona tatmînkirina wîcdana civatê û ji bona tahakkuka adaletê  pêwîst e.Em dixwazin ew wezîfedarên ewlehîyê yên ku di bûyerên 6-7 cotmehê de bizanebûn an jî nezanebûn wezîfeya xwe îhlal kirine û ewlehîya can û mal a xelkê temîn nekirine jî mudaxilî dozê bibin .Her wiha em dixwazin ku ew STK, partîyên siyasî û sazîyên din jî bibin şopînêr û piştevanîya vê dozê da ku ev doz têkeve rojeva raya giştî.”

 “Bi vî şiklî rêxistinê muhatab standin ku ev yek jî bû sebeb rêxistin bibe bela serê millet”

Yavuz di berdewama axavtina xwe de di derbarê rêxistin û derketina wî ya holê de wiha axivî: “Dema ku pêvajoya çareserîyê dihat meşandin me her tim hişyarî dan da ku balan bikşînin li ser vê xalê.Heger hûn mafên însanî û îslamî yên ku ev bû heşte, nod sal ku hatine xesbkirin bi rêxistinekê re bixin meseleya bazarê wê demê hûn meşruîyeteke ku ev rêxistin heq nake didin vê rêxistinê.Me berî niha vê yekê anîbû ziman.Her wiha muhatab standina bi vî awayî ya rêxistinê dibe sedem ku mezin bibe û bibe belaya serê vî milletî.Em difikirin ku divê di amadekirina mekaqanûnê de çawa ku bi partîyên nava meclîsê re hevdîtin tên kirin bi heman awayî bi partîyên derveye meclîsê re jî divê hevdîtin pêk werin.Bi kurtasî mekaqana ku wê bê amadekirin divê ji wesayetê dûr, ji wesfên qewmîyetperestîyê dûr û li ser navenda maf û azadîyên însanan be.”

“Em ê wek Egîtîm-Bîr –Sen û Memur –Senê bibin şopînêrê dozê”

Di hevdîtinê de Wekîlê Serokê Giştî yê Egîtîm-Bîr-Senê Latîf Selvî jî di derbarê doza Yasîn Boru de nirxandinan kir û destnîşan kir ev bûyera Yasîn Boru ne bûyereke munferîd e û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em difikirin ew kom bi organîzebûnê hewl dan rêya birayên me yên ku xebatên însanî û îslamî dikirin bibirin û êrîşî wan kirin.Dema ku em di vê çarçoveyê de li meselê binêrin em difikirin ku di pişta vê bûyerê de sazîyekê ku van bûyeran amade dike , eqlekê ku hedefeke wê heye di pey van bûyeran de heye.Di rastîyê de berî niha ev sazî ji bona ku temamê koman tasfîye bike û wan têxe bin hegemonyaya xwe heman metodan bikaranîbû.Em hêvî dikin di van pêvajoyên hiqûqî de ev cinayet baş were nirxandin û kesên ku vê plankirine û kesên ku li dûv vê bûyerê ne derxinîn holê û adalet bi şiklekê mutleq pêk were.”

Selvî di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir ew ê wek Egîtîm-Bîr–Sen û Memur–Senê bibin şopînêrê vê dozê.(ÎLKHA)

 

 







Bu haberler de ilginizi çekebilir