• DOLAR 32.569
  • EURO 34.922
  • ALTIN 2430.809
  • ...
Rastiyên cesedên ku di mizgeftê de hatibûn dîtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Silopiyê 25 roj e ku qedexeya derketina derve didome. Wek ku tê zanîn di Mizgefta Hz. Huseyîn ê ku li Taxa Şehît Harun Boyê  ye  de 3 term hatibûn dîtin. Rastiyên di derbarê van terman de derket holê.

Di çapemeniyê de di derbarê 3 termên ku ji teref PKKê ve hatibûn înfazkirin de ku ev cesed  wek bav û 2 lawên wî dihat zanîn de çendîn roj bû ku bûbû sedema agahiyên çewt. Her wiha malperên ku nêzê PKK ne jî vê yekê wek amur ji xwe re bi kar anîbûn.

Gor çavkaniyên mehelî yên li Silopiyê ev bûyer wek ku tê zanîn nîne û rastîyê nade nîşan.

Hat ragihandin yek ji wan termên ku di mizgeftê de hatibû dîtin termê Omer Maslu (65) bû. Maslu, di 2yê çileya paşîn de dema ku di mala xwe  de nimêj dikir ji serê xwe hatibû lêdan. Ceseda Masluyî  xizmên wî rakiribûn gasîlxaneya Mizgefta Hz Huseyîn.

Cesedek din jî yê Aydin Meteyî (20) bû. Mete jî gor çavkaniyên mehelî yên li Silopiyê nêzê 2 sal bû ku di rêxistina PKKyê ya saziya bajêr de bû. Her wiha gor agahiyên herî dawî Mete di 6ê Çileya Paşîn a 2016an de di pevçûnan de hatibû kuştin. Cesedê Meteyî, kesên hawîrdor rakiribûn gasîlxaneya Mizgefta Hz Huseyîn.

Herî dawî ceseda 3yemîn jî yê Mehmet Meteyê (14) ku di 21ê berfanbara 2015an de li Taxa Karşiyakayê hatibû dîtin. Nayê zanîn gelo ev kes çawa hatiye kuştin. Gor agahiyên hatiye bidestxistin berê PKKyiyan di Taxa Karşiyakayê de berîqat saz kiribûn û kort vedabûn. Ji ber vê yekê Mete nekarîbû biçe nexweşxaneyê û miribû. Cesede Meteyî jî malbata wî  rakiribû gasîlxaneya Mizgefta Hz Huseyîn. (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir