• DOLAR 32.568
  • EURO 34.856
  • ALTIN 2428.624
  • ...
Li Nisêbînê ji nû ve barîkat û çal tên çêkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Nisêbîna Mêrdînê berî niha ji bona çalên ku hatine vedan werin girtin û ji bona barîkatên ku hatine danîn werin rakirin derketina derve hatibû qedexekirin.Lê belê her çi qas bi vê aramancê qedexe hatibe îlankirin jî li navçê nêzî 250 çal û barîkat hene ku ev yek jî xelkê navçê dilnirehet û aciz dike. Her wiha li sikakên Paşa, Tunç û Yavuz Selîma Taxa Yenîşehîrê jî hat dîtin çal hatine kolan û barîkat hatine danîn. Her wiha hat diyarkirin kesên PKKyî li Taxa Zeynelabîdîn Zinar çalên nû vedikin.

Hat îddîakirin kesên PKKyî barîkatan bi pere didin çêkirin û xwarinên xwe jî bi nîştecihên taxê didin amadekirin. Hat ragihandin çalên ku hatine vedan bi kepçeyên şaredarîya Nisêbînê hatine vedan.Her wiha hinek hemwelatî diyarkirin kesên PKKyî wesayîtên wan desteser kirine.

Ji bilî van agahîyan li mewqîya Pira Ahmet Kayayê li dûv  hevdû 2 teqînên bi şidet pêk hatin.Piştî teqînê dengê çekan ji  heremê hatin bihîstin.(ÎLKHA)

 























Bu haberler de ilginizi çekebilir