Li Wanê pevçûn: 12 PKKyî hatin kuştin
Li navçeya Edremîta Wanê polêsan bi ser malekê de girtin. Di sergirtina malê de pevçûn derket.Di encama pevçûnê de 12 PKKyî hatin kuştin,polêsek jiyana xwe ji dest da û 2 polês jî birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin li ser rêbeja Edremît-Wanê li hemberî Parka Kocaelîyê polêsan bi ser malekê de girtin.Di sergirtinê de di navbera kesên PKKyî û polêsan de şer derket.Di encama şerê ku derket de 12 PKKyî hatin kuştin,polêsek jiyana xwe ji dest da û 2 polês jî birîndar bûn.
Di derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Wanê ve daxuyanî hat dayîn.Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin di pevçûna ku derketîye de 12 PKKyî hatine kuştin û di malê de jî gelek çek û muhîmat hatine bidestxistin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin polêsê bi navê Onder Ertaş ê ku di pevçûnê de giran birîndar bûbû li nexweşxanê jîyan xwe ji dest daye.(ÎLKHA)