Li Şernexê 236 PKKyî hatin kuştin
Ji teref Sererkantîya Giştî ve di derbarê pevçûnên ku heta niha li Şernexê qewimînê de daxuyanî hat dayîn, li gor daxuyanîyê heta niha li Şernexê 236 PKKyî hatin kuştin.
Li gor daxuyanîya ku ji teref Sererkantîya Giştî ve hatîye dayîn di pevçûnên ku li Cizîr û Silopîya navçeyên Şernexê qewimînê de 236 PKKyî hatine kuştin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat ragihandin 203 PKKyî li Cizîr û 33 PKKyî jî li Silopîyê hatine kuştin.Ji rexê din ve hat diyarkirin di encama operasyonên ku hatine kirin de gelek roketavêj, çekên lûlê dirêj û gelek berikên wan hatine bidestxistin.(ÎLKHA)