• DOLAR 32.555
  • EURO 35.056
  • ALTIN 2426.831
  • ...
Trextora ku tê de cebilxane hat dîtin derket ku yê şaredariyê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Kerborana Mêrdînê polêsan li ser îxbarê di trextorek de lêgerîn kirin. Di trextora ku ji teref polêsan ve lêgerîn hat kirin  de cebilxane derket. Di derbarê bûyerê de 3 kes hatin binçavkirin.

Gor agahiyên ku hatine bidestxistin ekîbên polêsan bihîstin ku dê gelek teqemenî û çek têxin nav navçeyê. Ji ber vê yekê polêsan operasyon li dar xistin. Polêsan  di têketina navçeyê de trextorek dan sekinandin. Polêsan di trextorê de lêgerîn kirin. Di encama lêgerînê de cebilxane hat bidestxistin. Cebilxane wiha hat rêzkirin:

7 roketên RPGyê, zagrosek lule dirêj yê ku wesayîta bi zirx jî qul dike, qanasek, 2 bîxî, 5 keleş, 7 narincok, çekek MP5ê, 24 heb berikên roketê, 19 heb berikên roketê yên RPGê, 27 carcûrên keleşê, carcûrek MP5ê, 5 carcûrên qanasê, 8 heb mayunên bîxiyê, 24 heb mihîmatên roketê, 800 heb berikên bîxsiyê, 744 heb berikên keleşê, 30 berikên qanasê, 5 heb berikên MP5ê, 2 heb bêtêl, 8 çente û 2 êlekên êrîşî.

Her wiha ji teref Walîtiya Mêrdînê ve daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev trextora ku tê de cebilxane hatiye bidestxistin ya şaredariyê ye. (ÎLKHA)

 



















Bu haberler de ilginizi çekebilir