Li tevayîya Diyarbekirê mekteb hatin tatîlkirin
Li Diyarbekirê ji ber barîna berfê li navendê û li temamên navçeyan mekteb hatin tatîlkirin.
Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve hatîye dayîn de di derbarê mijarê de hat diyarkirin ji ber barîna berfê ya tesîrdar li navend û li tamamen navçeyan mekteb ji bona roja duşemê hatine tatîlkirin.
Di berdewama daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin ew ê kesên ducanî û astengdar ên ku dixebitin jî di roja tatîlê de destûrdar bin.(ÎLKHA)