Li Amedê polêsek jiyana xwe ji dest da
Li navenda navçeya Sûra Amedê pevçûn derket. Di pevçûnan de polêsek jiyana xwe ji dest da.
Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Amedê ve hat daxuyandin de hat diyarkirin ku di pevçûnên li Sûra Amedê derketine de polêsek jiyana xwe ji dest da.
Ji teref walîtiyê ve daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku îro di derdora 06.30an de Musa Yucelê ku di Midûrtiya Şaxa Hereketê ya Taybet de wezîfedar bû bi PKKyiyan re ket şerê. Di encama şerê de Musa Yucel ji teref PKKyiyan ve hat kuştin. (ÎLKHA)