• DOLAR 32.377
  • EURO 34.972
  • ALTIN 2325.628
  • ...
Malbata Sûrî digel hewaya serma di konê de dijî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Siwêreka Rihayê rewşa malbata Sûrî ya ku digel hewaya serma û berfî di konê de dijî kezeba merov dişewitîne. Malbatê diyar kir ku di vê hewaya serma û berfî de di derfetên pir zehmet de dijî. Ji ber vê yekê malbat ji xêrxwazan alîkarî dixwaze.

Malbata Sûrî di Taxa Ayvanata Siwêrekê de dijî. Ev malbat digel hewaya di bin sifrê de 4 pile di kona nelihev de dijî.

Malbata Muhammed, diyar kir ku ji ber şerê Sûrî ji bajêra Helebê hatine navçeya Siwêrekê. Li navçeya Siwêrekê malbata Muhammed bi rewşa hewayê ya sir û seqem re tekoşîn dike. Hevserê pîr û kal di nav konê de sobekê saz kirine. Bi wê soba nelihevhatî xwe germ dikin. Her wiha ev hevserê pîr û kal digel dumana sobê hewl didin ku xwe li jiyanê bigirin.

“Em ditirsin ku ji ber sir û seqemê biqerisin”

Suphî Muhemmedê Sûriyeyî diyar kir ku hewcedariya wan yê ewil ji bo şewatê êzing û ji bo ku xwe ji sermayê biparêzin jî cil û berg in. Dûvre Muhemmed axavtina xwe wiha domand: “Xwedê Teala tu kesê nexe rewşa ku em tê de ne. Em ji ber şerê Sûrî hatin vir. Em di konê de dijîn. Ji ber ku hewa pir serma ye em ditirsin ku ji ber sir û seqemê biqerisin. Em her dû jî nexweşin. Rewşa me di holê de ye. Em dixwazin ku xelkê Siwêrekê alîkariya me bike.” (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir