• DOLAR 32.502
  • EURO 34.955
  • ALTIN 2430.471
  • ...
Bahreyn jî pêwendîyên xwe yên bi Îranê re  rawestand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî ku Erebîstana Siûd bi Îranê re pêwendîyên xwe rawestand re Bahreyn jî bi daxuyanîyek da û destnîşan kir wan jî pêwendîyên xwe yên bi Îranê re rawestandine.

Wezîrê Agadarîyê yê Bahreynê Îsa el-Hamadî di civîna çapemenîyê ya ku li paytext Manamayê li dar xist de destnîşan kir Lijneya Wezîran qerara ji bona pêwendîyên bi Îranê re werin rawestandin û ji bona dîplomatên Îranê Bahreynê terk bikin 48 seat muhlet hatîye dayîn.

Her weke ku tê zanîn roja şemîyê Li Erebîstana Siûdî 47 kesên ku di nava wan de Ayetullah Nemrê ku hemwelatîyê Siûdî bû jî hebû hatibûn îdamkirin.Îran ji van îdaman re bertek nîşan dabû û dûvre balyozxaneya Siûd ên li Tahran û Meşhedê ji teref pêşandaran ve hatibûn şewitandin.

Piştî bûyeran, Erebîstana Siûd diyarkiribû ku wan bi Îranê re pêwendîyên dîplomatîk rawestandine.(ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir