• DOLAR 32.603
  • EURO 34.798
  • ALTIN 2504.771
  • ...
Li Sûrê ji ber ku pevçûn bi şidet bûn tankên eskerîyê xwe berdan kolanan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Sûra Amedê ji rexekî ve qedexeya derketina derve berdewam dike ji rexê din vê jî pevçûn û şerên tund berdewam dikin. Her wiha li Kolana  Gazîyê jî ji ber ku pevçûn bi şidet bûn tankên eskerîyê hatin meşandin.

Li têketina navçê 3 ambûlans ji bona bûyeran hazir tên sekinandin û polês jî her mirovê ku têdikevin navçê lêgerîn dikin û pişt re destûra têketinê didin wan.

Hat diyarkirin ev bû nêzî mehekê ceyran û av li navçê tune ye.  Her wiha her çiqas li Kolana Gazîyê qedexeya derketina derve hatibe rakirin jî dikandarên Kolana Gazîyê ji tirsan newêrin dikanên xwe vebikin.

Li navçê di van rojên dawî de gelek geşadîneyên girîng pêk hatin.Duh berika tankê îsabetî malekê kiribû û pîreka bi navê Melek Apaydin jiyana xwe ji dest dabû.

Di pevçûnên ku herî dawî derketin de jî eskerek jiyana xwe ji dest dabû û roketek jî îsabetî Dêrîya Rihayê kiribû.(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir