• DOLAR 32.389
  • EURO 35.434
  • ALTIN 2324.336
  • ...
Li Mêrdîne bi piştevanîya HDPê dêr  hatîye vekirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn di van demen dawî de êrîşên PKKê yên li dijî camî û mizgeftan zêde bûn.Digel van êrîşan piştî ku li Rihayê derket holê ku bi destaka PKKê dêr hatîye vekirin re vêcar jî derket holê ku li Mêrdînê jî bi desteka HDPê kilîse hatîye vekirin.

Li van rojên borî li Mêrdînê bi piştgirî  û destaka Şaredarîya Mezin a Mêrdînê yê HDPyî li taxa Latîfîyeyê Dêra Protestan a Mêrdînê hatibû vekirin. Dêr, bi beşdarbûna kesên mîna Parlementerê HDPê yê suryanî Erol Dora, Hevseroka Şaredarîya Mezin a Mêrdînê ya HDPê Februnîye Akyol , Arîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredarîya Mezin Mesut Amak û bi beşdarbûna serokên daîreyan ên temamê şaredarîyê hatibû vekirin.

Tê îddîakirin ev kilîseya ku ji teref HDPê ve hatîye restorekirin wê ji bona fealîyet û xebatên misyonertîyê bê bikaranîn.

Ji teref Şaredarîya Mezin a HDPê yê Mêrdînê ve vekirina Dêra Protestan ê ku li bajêr hema hema tu endamê wê tuneye   bû sedema bertek û reaksiyona xelkê Merdînê.(ÎLKHA)

 



















Bu haberler de ilginizi çekebilir