• DOLAR 32.508
  • EURO 34.629
  • ALTIN 2480.304
  • ...
PKKyîyan li Silopîyê li ser siwîlan de reşand: 1 mirî, 2 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Silopîya navçeya Şernexê kesên PKKyî li ser siwîlên ku dixwastin malên xwe terk bikin de berik reşandin.Di encama bûyerê de kesek jiyana xwe ji dest da 2 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin bûyer li Taxa Barborasê pêk hat.Kesên PKKyî li ser kesên bi navê Zubeyde Esen , Yûsif Yagci û hevsera wî Şahye Yagci yên ku dixwastin ji ber pevçûnan malên xwe terk bikin de gule reşandin. Di encama gule berandina PKKyîyan de Yûsif Yagci li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da, Zubeyde Esen û Şahye Yagci birîndar bûn.

Kesên ku birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şernexê.(ÎLKHA)

 


 

Bu haberler de ilginizi çekebilir