Li Êlihê pevçûna çekdarî:2 birîndar
Li Êlihê di pevçûna çekdarî ya ku di navbera du koman derket de 2 kes birîndar bûn.
Li Taxa Seyîtlera Êlihê di navbera du koman de pevçûna çekdarî û bi kêr derket. Di pevçûna ku derket de 2 kes birîndar bûn.
Bûyer di derdora seat 22.00an de li Taxa Seyîtlera Êlihê pêk hat. Di pevçûnê de kesê bi navê Ş.E. giran birîndar bû û wî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê û kesê binavê A.O. yê ku ew jî di pevçûnê de birîndar bûbû rakirin nexweşxaneyeke taybet.
Di derbarê bûyerê de lêkolîn didome.(ÎLKHA)