Ji teref Walîtîya Amedê ve di derheqê berika hewanê ya ku îsabetî mala li Sûrê kiribû de daxuyanî
Ji teref Walîtîya Amedê ve di derheqê berika hewanê ya ku îsabetî mala li Sûrê kiribû de daxuyanî hat dayîn. Di daxuyanîyê de hat diyarkirin pîrekek jiyana xwe ji dest daye û kesek jî giran birîndar bûye.
Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve di derheqê bûyerê hat dayîn de hat diyarkirin di wextê pevçûnan de berika hewanê ya ku hat avêtin li taxa Îskender Paşaya ku lê qedexe tunebû îsabetî malekê kir û pîreka bi navê Melek Alpaydin(42) ya ku xwedîyê malê bû jiyana xwe ji dest da û kesekî 51 salî jî giran birîndar bû.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di derbarê mijarê de lêpirsîn hêj berdewam dike.(ÎLKHA)