Li Tetwanê ji standa sîyerê re pêwendiya zêde
Li navçeya Tetwana Bedlîsê dê Ezmûna Sîyerê ya Wîladeta Pîroz ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve were sazkirin. Ji bo vê îmtîhanê stand hat vekirin. Hat dîtin ku gel gelek bi vê standê re eleqedar bûn.
Li Tetwana Bedlîsê Ezmûna Sîyerê ya Wîladeta Pîroz dê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve were sazkirin. Standa ku ji bo vê yekê hatiye vekirin xelk gelek pêwendiyan lê dike. Ji bo îmtîhana ku dê were lidarxistin li navçeyê stand hatiye vekirin.
Li Tetwanê ji teref ciwanên dildar ên Evîndarên Pêxember ve ji bo Ezmûna Sîyerê ya Wîladeta Pîroz stand hat vekirin. Standa ku li navenda kirîn û firotinê ya taybet hatiye vekirin ji teref xelkê Tetwanê ve pêwendiyên zêde dibîne.
Wezîfedarên standê diyar kirin ji ber ku berf zêde dibare standê di nav navenda kirîn û firotinê vekirine. Her wiha wezîfedaran diyar kirin ku armanca wan bes ew e ku Pêxemberê Îslamê (rxl) were nasîn. Ji ber vê yekê wek salên barê îsal jî ji bo îmtîhanê li Tetwanê stand vekirine. (ÎLKHA)