• DOLAR 32.382
  • EURO 35.077
  • ALTIN 2326.17
  • ...
Li Cizîrê kesên ku ji pevçûnan direvin re astengiya PKKê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Cizîrê ji aliyekê ve qedexeya derketina derve didome, ji aliyekê ve jî şer. Hat diyar kirin ku polês û leşker ketine Taxa Yafesê ya ku PKKyiyan tê de kort vedane û berîqat saz kirine.

 Polês û esker duh êvarê ketine Taxa Yafesê û teqemenî û mayînên ku ji teref PKKyiyan ve hatiye bicîkirin îmha dikin. Ji ber vê yekê tim û tim dengê teqemeniyê ji taxê tê.

Ji aliyekê din ve PKKyiyên ku taxê terk kirine nahêlin ku gel ji taxê derkeve. PKK, di vê warê de ji gel re astengiyen mezin derdixe.

Di Taxa Cûdî de koçkirin didome. Lê PKK nahêle ku gel ji vê taxê koç bike. Di taxên ku nêzê navend in de jî gel malên xwe vala dike û ji navçeyê derdikeve.

 Polês jî xwe amade dikin ku bikevin nav hinek taxan. Her wiha hat  ragihandin ku him PKK him jî KCK gel tehdît dikin û nahêlin ku gel ji navçeyê derkeve. (ÎLKHA)

 





Bu haberler de ilginizi çekebilir