• DOLAR 32.555
  • EURO 34.926
  • ALTIN 2425.891
  • ...
Li Bedlîsê mal di berfê de winda bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bedlîs bajarek ji bajarên ku herî zêde şiliya berfê dibare ye. Li bajêr ji ber şiliya berfê ya ku 3 roj berdewam kir jiyanê bişiklekî neyênî bandordar bû. Mal û wesayitên ku li navenda bajêr de bû ji ber berfê winda bûn. Bi taybey wesayît û malên ku di taxa Husrev Paşa de ne ji ber berfê winda bûn.

Îro ji ber ku barîna berfê sekinî gel dest bi xebata paqijkirana berfê kir û jiyan asayî bû. Hinek niştecî ji piştî lêgerînê wesatîtên xwe dîtin. Her wiha hinek ji nişteciyan jî beriya malên xwe yên ku winda bûbûn vekirin.

Ji aliyê din ve hat dîtin ji ber sir û seqemê cemedên gewdedirêj  bi keviya banan ve daliqîne. Her wiha hat zanîn ku  revebirên hewanasiyê gel di derbarê sir û seqemê de îqaz kirine. (ÎLKHA)

 

 



























Bu haberler de ilginizi çekebilir