• DOLAR 32.604
  • EURO 34.762
  • ALTIN 2499.047
  • ...
Sekreterê Giştî ya HUDA PARê Merhmet Yavuz: Di nabeyna lijneyan de hevdîtin tune
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berdevk û Sekreterê Giştî ya HUDA PARê Mehmet Yavuz diyar kir ku di bergeha Navenda Giştî ya AK PARTÎyê de di bin navê Seroktiya Mafên Însanan de Alîkartiya Serokê Giştî ya AK PARTÎ yê hat sazkirin. Bi minasebeta vê yekê wan, Alîkarê Serokê Giştî Ayhan Sefer Ustun ziyaret kirine. Lê ev yek ji teref hinek çapemeniyên neteweyî ve şaş hatiye fêmkirin. Yavuz destnîşan kir ev ziyareta   ku hatiye kirin ziyaretek dilnazikî ye.

“Di nabeyna lijneyan de temasek fermî dabaş nînin”

Yavuz diyar kir ev ziyareta ku di 9ê berfanbara 2015an de li Navenda Giştî ya AK PARTÎyê hatiye kirin ziyaretek asayî bûy. Dûvre Yavuz axavtina xwe wiha domand: “Bê guman di hevdîtinê de di derbarê pêvajoya çareserî û pevçûnan de  axavtin çêbûye. Di derbarê vê yekê de bi taybet me diyar kir ku di pevçûnan de îxlal kirina mafan çêbûye û em wek partî di derbarê vê yekê de endîşedar in. Her wiha me di vê hevdîtinê de diyar kir ku di pêvajoya çareseriyê de çewtî çêbûn. Me destnîşan kir ku ji niha û pê ve pêwîst e ku  hikûmet baldartir bibe. Di hinek çapemeniyên neteweyî de hatiye destnîşan kirin ku di nabeyna lijneyan de hevdîtinek fermî pêk hatiye. Hevdîtinek wiha dabaş nînin.”

“Partiyên Sîyasî him mixatab him jî aktore vî karê ne”

Yavuz bal kişand ku piştî 7ê hezîrana 2015an li herêm pevçûn derket û dawî li pêvajoya çareseriyê hat. Dûvre mijara çareseriya nû û mixatabên nû hat rojevê. Her wiha Yavuz diyar kir ku Pirsgirêka Kurd bi tevahî mijarek sîyasî ye. Ji ber vê yekê pêwîst e ku çareserî jî sîyasî bibe.

Yavuz wiha pê de çû: “Wek xwezayî di çareseriya vê mijarê û mijara mixatabê de ev yek muteber e. Ji bo çareser kirina vê yekê  mixatab, partiyên sîyasî ne. Bes mixatab ne har wiha aktorê vê yekê ne.”

Yavuz wiha dawî li axavtina xwe anî: “Bê şek em wek HUDA PAR dema ku me pêşniyazek avêt hole em bawer in ku ev pêşnîyaz ji dil û rast e. Di bingeha sîyaseta me de hestyarî tune.”  Yavuz di derbarê  HDPê de jî axavtinek wiha kir: “Dema ku tenê HDP wek mixatab hat dîtin me diyar kir ku ev yek çewt e. Her wiha em qut kirina hevdîtina bi HDPê re ya ji kok ve jî çewt û xelet dibînin.” (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir