• DOLAR 32.368
  • EURO 34.976
  • ALTIN 2325.24
  • ...
"Di şerên de jî tu kes tekilîyê camîyan nabe"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xelkê Sûra navçeya Amedê yên ku  nimêja înê li Mizgefta Mezin a Sûrê kirin piştî nimêja înê ji ber pevçûnên ku li Sûrê didomîn hedef standinên camîyan û ji îbadetê re girtina hinek camîyan re bertek nîşan dan û destnîşan kirin di şer û pevçûnan de jî tu kes têkilîyê mizgeftan nabe.Xelkê navçê her wiha ji ber kolana çal û kortan û danîna barîkatan  jî bertek nîşan dan û xwestin ku çal demildest werin girtin.

“Xwedê Teala wan kesên ku camîyan dişewitînin  qehr û perîşan bike”

 Hemwelatîyê bi navê F.A. yê ku piştî nimêja înê ji ÎLKHAyê re axivî di derbarê mijarê de wiha axivî: “Di wan bûyerên ku rûdidin de şewitandina camîyan xeletîyeke mezin e. Dînê me kiryarên mîna vê qet teswîp nake.Xwedê Teala wan kesên ku camîyan dişewitînin û ji girtina camîyan re dibin sedem qehr û perîşan bike. Di dîrokê de gelek şer û pevçûn qewimîn.Lê belê tu carî camî nehatin şewitandin. Lê belê îro camîyên me ji teref van fasikan ve tên şewitandin him jî yên dîrokî. Ez hêvî dikim ev bûyer demildest xelas bibin.”

Ji hemwelatîyan kesê bi navê Cemal Acer jî  hest û ramanên xwe yên di derbarê şewitandina camîyan de wiha ragihand: “Tu têkilîya van bûyeran bi xelkê Diyarbekirê re tune ye.Lewra xelkê Diyarbekirê bi van şer û pevçûnan ne eleqedar e. Bi izna Xwedê em  xelkê Diyarbekirê berî kêlîkê ji vê îlletê xelas bibin. Ev kar bi şikandinê, xerakirinê û bi kolana çalan naçê serî. Divê ev bûyer berî kêlîkê bi şiklekî ku xelk jê zirarê nebîne werin çareserkirin.”

“Em li dijî şewitandin û girtina camî yan e”

 Mehmet Salîh Sarkmaz jî ji şewitandina camîyan re bertek nîşan da û axavtina xwe wiha domand: “Em li dijî şewitandina camî û dêran in.Li Sûrê di navbera camî û dêrê de 20 metro tune ye , gelo çima camî hat şewitandin û dêr ne hat şewitandin? Mirov ji vê yekê şibhe dike. Ew kesên ku camîyan dişewitînin û wan didin girtin dixwazin ku em ji îslamê dûr bibin.”(ÎLKHA)

 

















Bu haberler de ilginizi çekebilir