• DOLAR 32.523
  • EURO 34.892
  • ALTIN 2480.57
  • ...
Koçkirina xelkê Cizîrê hê jî berdewam dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Cizîra navçeya Şernexê ya ku qedexeya derketina derve lê berdewam dike pevçûn û şerên bi şidet hê jî didomin. Xelkê ku di nabeyna du agiran de maye di her firseda ku bi dest dixe de hewl dide da ku navçê terk bike. Xelkê navçê yên ku ji ber pevçûnan kom bi kom  hewl didin navçê terk bikin piştî ji kontrola nasnamê  derbas dibin re dikarin derkevin derveyî navçê.

Li gor agahîyan 80 wesayîtên bi zirx û komandoyên SASê sewqî Cizîrê hatine kirin.Piştî sewqkirinê li navçê di wextên êvarî de pevçûn dijwar bûn. Nexasim pevçûn li taxên Nûr,Yafes û Cûdîyê zêde bûn. Dema ku bû serê şeveqê xelkê navçê hewl da da ku demildest ji navçê koç bikin.

Di pevçûnên ku li taxa Cûdîyê derketin de polêsek jiyana xwe ji dest da û 5 esker jî birîndar bûn.

 Hinek nîştecihên taxê destnîşan kirin di pevçûnan de gelek PKKyî hatine kuştin û kesên PKKyî mirîyên xwe di zevîyên vala de bin ax dikin.  Her wiha gelek PKKyî jî birîndar bûne.(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir