• DOLAR 32.373
  • EURO 34.971
  • ALTIN 2325.43
  • ...
Di salên 90an de koç kiribûn ku di destpêka 2016an de jî koç dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xelkê ku berî vê 25 salan ji gundên xwe ji ber zextên dewletê  koç kiribûn û hatibûn li Sûra navçeya Amedê bi cî bûbûn ji ber ku cardin di naveyna çepera agir de mane di sala 2016an de vêcar jî ji ber pevçûnên ku derketine koç dikin.

M.S.yê ku li ji ber pevçûnan digel 7 malbatîyên xwe li mala xweha xwe dimîne destnîşan kir  bûyer berî hilbijartinên 7ê hezîranê dest pê kirine û dewlet mudaxeleyî vê yekê nekiriye.

 “Ji ber pevçûn û çalan kes nikaribû biçe mektebê”

M.S. destnîşan kir ji ber ku li ber camîyan barîkat dihatin înşakirin ew nikaribûn îbadetên xwe bikin û wiha pêde çû: “Li  taxê dest bi vedana çalan kirin.Em ji çalên ku ew dikolin re nabêjin xendek.Lewra xendek ji teref pêxemberê me ve ji bona xelkê misliman li dijî mişrikan biparêze hatine kolandin.Lê belê ev kes van çalan ji bona zilmê li xelkê xwe bikin dikolin.Li ber devê derîyên Camîyên Hecî Hemît, Kurşunlu û Arap Şêx barîkatan danîn.Ji ber vê yekê em nikaribûn biçin camîyê.Ji ber wan azan nehat xwendin, zarok nikaribûn biçin mektebên xwe, mamostê ji ber ewlehîya can nikaribûn werin navçê.Piştî van li navçê derketina derve hat qedexekirin.Dema ku ji bona rojekî qedexe hat rakirin me jî navçê terikandin.”

“Heger Selahaddîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag dikaribin di nava van xendekan bijîn bila werin bijîn”

M.S. ji rewşê re bertek nîşan da û axavtina xwe wiha domand: “Ez ji vir bang li HDPê û hikûmetê dikim. Bila ew  Selahaddîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdaga ku dibêjin em ji bona kurdan mucadele didin heger karibin di nava van xendekan bijîn bila werin bijîn.Bila zarokên xwe bînin û di nava dengên tank, top, mayin û roketan de bijîn.Heger ew ji bona jiyaneke wiha razî bin em ê jî hewl bidin ji bona li vê derê bijîn. Rayedarên HDPê di nava xweşîyê de dijîn, em xelk jî di nava xendekan de dijîn.Ev çi qas demokratîk e.Teqez PKK û HDP ne temsîlkarên kurdan in. Em wan temsîlkarê xwe nabînin û nahesibenin.Em misliman in, lê belê ew doza komînîstîyê li me dikin. Heger xelkê kurd rûyên van a rastî bibîne nema piştgirîyê dide wan.”

Î.L.ya ku dêya 6 zarokan e destnîşan kir zarokên wê ji tirsa girîyane û her wiha kesên PKKyî malên ku hatine valakirin talan kirine û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em hemû li sikakê mane.Rewşa me ne baş e. Em ji tirsa xendek û barîkatan di malên xwe de nikaribûn bimînin. Dema ku qedexe ji bona demekê hat rakirin me mala xwe terk kir. A niha em di mala qîza xwe de dimînin. Kesên PKKyî ji me re digotin ‘derîyên xwe vekirî bihêlin, em ji bona we şer dikin’ Em li xwe heyirîn, yên ku me ji malên me kirin ev bûn.Ew çawa heqîyê digerin.Em vê yekê naxwazin.”

N.T.yê ku digel malbata xwe ya ku ji 7 nefsan pêk tê jî destnîşan kir ji siyasetmedaran tu kes rewşa xelkê nafikire û temamên siyasetmedaran ketine derdê meqam û mewqîyên xwe.

“Gulten Kişanak: Bedala wê çi dibe bila bibe ev der wê bê kolan”

Kesê bi navê S.N.  destnîşan kir zilm û zextên ku dewlet berî vê çendîn salan dikir îro bi heman awayî PKK dike û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku cara ewil xendek hatin kolan xelk li dijî kolanan derket.Pişt re Seroka Şaredarîya Mezin a Diyarbekirê Gulten Kişanak hat vê derê û got ‘Tu kes nikare li dijî kolana xendekan bisekine, bedala wê çi dibe bila bibe ev der wê bê kolan.’ Ango Gulten Kişanak li wan xendekan xwedî derket. Di destpêkê de YDG-H hebû.Dûvre ji serê çiyê û ji bajarên din hatin. Kesên ku li van dêran rûdinin hevdû nasdikin. Dema ku yekî/ê xerîb dihat me wî/ê nasdikir. Me li sikakan dît ku nivîsên MLKPyê hatine nivîsandin. Û me dît ku kesên xerîb bi PKKyîyan re diaxivin.  Hinek ji wan nêzî 40 salî bûn, lê belê exlebe xwendevanên zanîngehê bûn.Destên qîzên ku dihatin wê derê exlebê bi oje bûn.”(ÎLKHA)

 















Bu haberler de ilginizi çekebilir