Der barê Yuksekdag da lêpirsîn hat destpêkirin
Serdozgertîya Komarê ya Diyarbekirê di derbarê Hevserokê Giştî ya HDPê Fîgen Yuksekdaga ku di Lijneya Giştî ya Derasayî ya KCDê de daxuyanîya xwerêvebirinê dabû de lêpirsîn da destpêkirin.
Serdozgerîya Komarê ya Diyarbekirê der heqê Hevseroka Giştî ya HDPyê Yuksekdag û Seroka Giştî ya ESPyê Sultan Ulusoyê de ji ber daxuyanîya wan a li Lijneya Giştî ya Derasayî ya KCDyê lêpirsîn da destpêkirin.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin Serdozgerîyê, dîmenên Lijneya Giştî ya Awarte ya Kongreya Civaka Demokratîk a ku di 26-27ê kanûnê da li Salona Sporê ya Kayapinarê pêk hatibû lêkolîn kir.
Di encama lêkolînê da biryar hat dayîn ku ji ber daxuyanîyên wan ên li lijneya giştî yên di warê "xweserî û xwebirêvebirinê" de lêpirsîn were destpêkirin
Her weke ku tête zanîn Serdozgertîya Komarê ya Diyarbekirê di der heqê Hevserokê Giştî yê HDPê Selahahdîn Demîrtaş û di derheqê 5 HDPyîyan de lêpirsîn dabû destpêkirin.(ÎLKHA)