Yetîm-Dera Ewrûpa li sînora Makedonyayê ji penaberan re alîkarî kir
Yetîm-Dera Ewrûpayê li sînorên Makedonya û Sirbîstanê ji penaberên ku ji ber şert û mercên neyînî yên welatên xwe warên xwe terk kirine re alîkarî kir.
Yetîm-Dera Ewrûpayê ya ku sazîya alîkarîyê ya navteweyî ye xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne.Yetîm-Der vêcar jî li sînora Makedonya û Sirbîstanê ji penaberên ku ji ber şert û mercên neyînî yên welatên xwe warên xwe terk kiribûn re alîkarîya cil, pelav û tiştên mîna van ên xwekirinê kir.
Serokê Arîkarê Giştî yê Yetîm-Dera Ewrûpayê Huseyîn Ateş di derbarê arîkarîyên ku hatine kirin de destnîşan kir her roj nêzî 4 hezar penaber ji sînora Mekadonya û Sirbîstanê derbas dibin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Exlebeya kesên penaber di vê sir û seqemê de cila nabînin ku li xwe bikin.Ji ber vê yekê nexweş dibin.Kesên penaber mecbûr in ku xwe bigihêjînin Ewrûpayê ku ev rê jî bi xeter e.”
Ateş di dawîya axavtina xwe de ji kesên xêrxwaz re teşekkur kir û diyar kir ew ê xebatên wan ên alîkarîyê bidomin.(ÎLKHA)